Zerîf: NY divê li ber yekalîtî û şêr raweste
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê duh êvarê di merasima 75 saliya avabûna Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) hevhatin û rêketina bi xwestekên Amerîkayê dibe sedema zorbêjiya vî welatî û ji NY xwest li ber yekalîtî û şêr raweste.
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf bi minasibeta 75 sallliya NY got: 75 salên berê NY bo armanca vegerandina aştî û ewlejhiyê ji bo cîhanê piştî du şerên cîhanê ava bû , lê divê em bibînin çiqas ew divî karî serket?
Zerîf got: Li gor lêkolîneke nû ji sala 2001 ku sala Gotûbêja Medeniyetan ji aliyê NY hat ragihandin heya niha 37 milyon kes di encama şerên berdewam ên Amerîkayê aware û koçber bûn.
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Di heşt cengên ku bi navê şerên li dijî terorîsmê ji sala 2001 Amerîka ew dane despêkirin an jî bi xwe tevlî wan bûne bi sedan hezar kes hatin kuştin û bi hezaran civak û malbet ji hev belav bûn û bûn sedem têkçûn û bêencamiya xebatên dewletên curbicur û tundrewiyên zav û bê mînak.
Zerîf got: Vêca divê em ji xwe bipirsin ku gelo cîhana me anagorî sala 1945, ewlehî û imnatiyeke zêde tir bi dest xistiye an kêmtir? Çawa em dikarin li ber yekalîtîxwaziyê û hiqareta li mafên navneteweyî ji aliyê zorbêjekê ku dikare dareke mezin bona zorbêjiya xwe bikar bîne û bi xwepesenî bi yên din re biaxive û li dij wan bixebite.
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Çawa cihan dikare qaweteka zorbêj kontrol bike ku zêde ji 220 babet ji dîroka xwe ya 244 salî li şer û cengan derbas kiriye, cengê li dijî xelkê xwecî yê Amerîkayê, şerê li dijî koleyan û 39 şer û pevçûnên çekdarî û 120 cengên aborî ji sala 1945 ku ji bo xapandinê navê ambargo lê kirine.
Zerîf got: Em dikarin bibêjin bi piranî kes li şeran ser nakevin dem dema guhertinê ye divê ku xwîn û samana amerîkiyan û cîhanê ji rojreşiyên zêdetir werin rizgarkirin.