Cotmeh 18, 2020 09:56 Asia/Tehran
  • Qalîbaf: Bidawîhatina sînordariya çekdariyê, destkeftek jibo gelê Îranê ye

Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê bidawîhatina astengiyên çekdariyê li ser Îranê, wek destkeftek jibo gelê Îranê da zanîn.

Muhemed Baqir Qalîbaf, Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê di civîna aşkira ya îro Yekşemiyê ya Meclîsê, bi gotina vêya ku bidawîhatin astengiya çekdariyê li ser Îranê, işkesteke din jibo dewleta kêm-aqil a Amerîkayê ye, got: Kiryara neqanûnî ya Amerîkayê ya çalakkirina Snap Backê ser neket.

Wî got: Divê pêngavine girîng wek berteka li hemberî zextên Ameîrkayê û kirrîn û firotina çekan bên rakirin.

 

Tevî zêdebûna hewildanên çend mehên dawiyê yên Amerîkayê jibo dirêjkirina sînordariyên çekdariyê li ser Îranê yên nivîsandî di Biryarnameya 2231ê û ceribandina rêkarên cûrebecûr ji biryarnameya Pêşniyarkirî li Konseya Ewlheiyê heta lobî û ssepandina zextê li ser hin welatan jibo hevrêkirina wan bi mebesta pêşîlêgirtin ji betalkirina van sînordariyan, ev sînordarî berbanga îro Yekşemiyê, 18ê Cotmehê saet 3:30 berbangê û di pêncemîn salvegera Peymana Atomî bi awayê xwebixwe hat rakirin.

 

 

 

 

Serepeyv