Zerîf: Hebûna hêzên biyanî li Rojhilata Navînê pirsgirêkan giran dike
Wezîrê karên derve yê Îranê di gotûbêja bi Wezîrê karên derve yê Japonê ra got: Hebûna hêzên biyanî li Rojhilata Navînê pirsgirêkan girantir dike.
Li gorî rapora roja Çarşemiyê ya IRNAyê, Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê di gotûbêja bi Mûte Gî Wezîrê karên derve yê Japonê derbarê alûgorên navneteweyî, navçeyî û têkiliyên dualî pêra şêwirî.
Zerîf tevî amajeya bi pêwîstiya sûdwergirtina Îranê ji çavkaniyên xwe yên pere li Japonê, sepandina sînordariyên neqanûnî ji aaliyê Rêjîma Amerîkayê di vê rêkê da şermezar kir û rêgirtin ji kirrîna derman û xwarekê jibo gelê Îranê wek cinayeta dijî mirovan da zanîn.
Wezîrê karên derve yê Îranê destnîşan kir: Me çaverêtî ji dewleta Japonê heye di çarçova sozdariya giştî ya welatan jibo cihanîna biryarnameyên Konseya Ewlehiyê ji wan Biryarnameya 2231ê, rê li ber vê kiryara neqanûnî ya Amerîkayê bigire.
Mûte Gî, Wezîrê karên derve yê Japonê jî di vê gotûbêja telefonî da li ser xurtkirina hevkariyan jibo têkoşîna dijî Koronayê û şandina alavên pizişkî bi bikaranîna çavkaniyên aborî yên Îranê pêgirî kir û got: Helwêsta Japonê derbarê hewildana jibo aramiyê li Rojhilata Navînê neguheriye.
Mûte Gî her wiha got: Japon hertim pişta Peymana Atomî digire.