Derfirotina ne-petrol a Îranê ji sedî 24ê zêde bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i320285-derfirotina_ne_petrol_a_Îranê_ji_sedî_24ê_zêde_bû
Ticareta derveyî ya Îranê ji 22ê Tebaxê heta 21ê Îlona 2020î gihîşte derdora 11 miliyon ton kelûpelan bi bihayê pênc miliyar û 767 miliyon dolarî ku di beşa derfirotinê da pêka heyama meha pêşî xwe, ji hêla bihayê va sedî 24 zêde bûye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 10, 2020 16:44 Asia/Tehran
  • Derfirotina ne-petrol a Îranê ji sedî 24ê zêde bû

Ticareta derveyî ya Îranê ji 22ê Tebaxê heta 21ê Îlona 2020î gihîşte derdora 11 miliyon ton kelûpelan bi bihayê pênc miliyar û 767 miliyon dolarî ku di beşa derfirotinê da pêka heyama meha pêşî xwe, ji hêla bihayê va sedî 24 zêde bûye.

Li gorî rapora roja Şemiyê ya IRNAyê, Seyid Rûhullah Letîfî, Berdekê Gumrika Îranê tevî amajeya bi ticareta 11 miliyon ton kelûpelan ji 22ê tebaxê heta 21ê Îlona 2020î, got: Ji vê qasê, heşt miliyon û 252 hezar ton bi bihayê 2 miliyar û 691 miliyon dolarî pişka Derfirotinê bûye.

Berdevkê Gumrika Îranê her got: Derfirtoin di vê heyamê da pêka heyama meha pêlşîn (22ê Tîrmehê heta 21ê tebaxê), ji hêla giraniyê va sedî 6û ji hêla bijhayê va sedî 24.5 zêde bûye.

Letîfî derbarê pênc armancên derfirtoinê yên kelûpelên îranî jî got: Çîn bi zêde ji 2 miliyon tonî bi bihayê derdora 700 miliyon dolarî meqseda yekem a derfirotina Îranê bû û piştî wê Iraq, Imarat, Efganistan û Tikriye bi rêzê meqsedên din ên derfirotina kelûpelên îranî di heyama 22ê Tebaxê heta 21ê Îlonê da bûn.