Gotûbêja Wezîrên karên derve yên Îran û Çînê destpê bû
Cotmeh 10, 2020 14:03 Asia/Tehran
Gotûbêj û şêwirîna Wezîrên karên derve yên Îran û Çînê bi amadebûna taximên payeberz ên du welatan îro Şemiyê destpê bû.
Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê ku li ser vexwendina Wang Yî Wezîrê karên derve yê Çînê çûye vî welatî, roja Îniyê bi pêşwaziya rayedarên Çînê derbasî parêzgeha Yunnan'ê bû.
Gotûbêja derbarê alûgorên navneteweyî, navçeyî û berfirehkirina pêwendiyên dualî ji mihwerên gotûbêja Zerîf li Çînê hatiye ragihandin.