Meytê Mamoste Şeceriyan li kêleka gora Firdosî hat binaxkirin
Meytê Mamoste Muhemedreza Şeceriyan, mûzîkzan û stranbêjê mûzîka resen a îranî li kêleka merzela Hekîm Ebulqasim Firdosî, helbestvanê binavûdeng ê Îranê li bajarê Tûsê li dorhêla Meşheda navenda parêzgeha Xorasana Rezewî (bakurê rojhilata Îranê) hat binaxkirin.
Mamoste Muhemedreza Şeceriyan hunermendê herî serketî yê awaz û mûzîka kevn a Îranê ye û ewk "Xosrewê Awaza Îranê" tê naskirin.
Mamoste Muhemedreza Şeceriyan roja Pêncşemiyê, 18ê Cotmeha 2020î piştî çend salan derbaskirina nexweşiya şêrpenceyê çavê xwe ji ser vê cîhanê girt.
Meytê Mamoste Muhemedreza Şeceriyan îro Şemiyê bi amadebûna malbat, komeke xelkê û hin berpirsên çandî li kêleka merzela Hekîm Ebulqasim Firdosî hemsabêj û helbestvanê mezin ê îranî hat binaxkirin.
Çêkirina 60 albûmên mûzîkê, awaz tîtraja fîlman û cihanîna bi dehan konsertên navxweyî û navneteweyî beşek ji çalakiyên Mamoste Muhemedreza Şeceriyan bûye.