Wezîrê karên derve yê Îranê çû dîtina Mîrê nû yê Kuweytê
Cotmeh 04, 2020 12:03 Asia/Tehran
Wezîrê karên derve yê Îranê bi çûyîna bo Kuweytê, digel Mîrê nû yê vî welatî civiya.
Muhemed Cewad Zerîf ku wek nûnerê Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê jibo hevxemiya digel dewlet û gelê Kuweytê bi boneya koça dawî ya Şêx Sebah Ehmed Cabir Sebah Mîrê Kuweytê sefera vî welatî kiriye, digel Şêx Newaf Ehmed Cabir Sebah mîrê nû û Ehmed Nasir Muhemed Sebah wezîrê karên derve yê vî welatî hevdîtin pêk anî.
Zerîf di vê hevdîtinê da tevî ragihandina peyama sersaxî û hevxemiyê ya Komara Îslamî ya Îranê, bijartina mîrê nû yê Kuweytê pîroz kir û piştevaniya Komara Îslamî ya Îranê ji vî welatî ragihand.