Girtina sebebkarên şehîdkirina 3 hêzên Sipahê Pasdaran li başûrê rojhilatê Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i320069-girtina_sebebkarên_şehîdkirina_3_hêzên_sipahê_pasdaran_li_başûrê_rojhilatê_Îranê
Biryargeha Qudsê ya hêza bejahî ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê li başûrê rojhilatê welêt diyar kir ku sebebkarên şehîdkirina 3 hêzên Sipahê Pasdaran girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 03, 2020 11:06 Asia/Tehran
  • Girtina sebebkarên şehîdkirina 3 hêzên Sipahê Pasdaran li başûrê rojhilatê Îranê

Biryargeha Qudsê ya hêza bejahî ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê li başûrê rojhilatê welêt diyar kir ku sebebkarên şehîdkirina 3 hêzên Sipahê Pasdaran girtin.

Pêwendiyên Gelêrî û Propagandaya Biryargeha Qudsê ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê îro daxuyaniyeke nivîskî weşand û tê de ragihand ku bi saya xebat û şopandinên cidî yên îstixbaratî û operasiyonê yên hêzên biryargeha Qudsê ya hêza bejahî ya Sipahê Pasdaran, van hêzan karîn  sebebkarên sereke û kêsên ku piştgiriya wan kirine bigirin.

Roja sêşemê 29 Îlonê  komeke terorîst bi erebeyekê li şaristana Nîkşehrê êriî du erebeyên nehiya berxwedana besîc  kirin ku di encamê de 3 hêzên Sipahê Pasdaran şehîd kirin û yek jî birîndar kirin  û yek jî birîndar kirin.

Di encama vê pevçûnê de du terorîst jî hatin kuştin.