Cotmeh 01, 2020 18:13 Asia/Tehran
  • Ruhanî salvegera avabûna Komara Gel a Çînê pîroz kir

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di peyamekê de salvegera avabûna Komara Gel a Çînê pîroz kir û li ser berfirekirina hevkariyên Tehran û Pîken di warên curbicur de pêgîrî kir.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî di peyamekê de ji bo serokomarê Çînê Şî Cîpîng 71 saliya avabûna Komara Gel a vî welatî li hikûmet û netewê Çînê pîroz kir û di peyama xwe de nivîsiye: Beşdariya tam a stratejîka Îran û Çînê ku ji hevbeşiyên du welatan di warên çandî, dîroka demdirêj a pêwendiyên du welatan û dîtina du welatan a hevpar derbarê guhertinên navneteweyî û viyana cidî ya wan di warê xebata dijî yekalîtîxwaziyê çavkaniyê digire, dikare bibe zemîne û qadeke berfire ji bo berfirekirina pêwendî û hevkariyên Îran û Çîn ê di warên curbicur de.

Ruhanî herwiha hêvîdariya xwe diyar kir ku kemilandin û îmzakirina "Bernama Beşdariya Giştalî  ya 25 Salî" di navbera du welatan de bibe sedema rakirina pêngaveke bilind ji bo pêşvebirina berjiwendiyên hevpar û di çarçova aştî û îstiqrara navneteweyî û rawestana li ber yekalîtîxwaziyê de bibe tevgerek ber bi pêş.

Ruhanî herwiha bal kişand ser hevkariya Îran û Çînê di warê pîşîlêgirtina pandemya Koronayê de û got: Îran amade ye di warê berhemanîna vaksena Koronayê de jî bi Çînê re hevkariyê bike. 

Yekê Oktobera 1949 Mao Tesêtong li ser acahiyeke bilind li kêleka meydana Tian-an-men avabûna Komara Gel a Çînê ragihand. Di vê rojê de rayedarên dercebilind ên Çînê di avahiya Bîranîna Goriyên Şoreşê li meydana Tian-an-men qefte gulan datînin.                                                       

Serepeyv