Îlon 30, 2020 08:49 Asia/Tehran
  • Zerîf ji ber koça dawî ya Mîrê Kuweytê sersaxî da

Wezîrê karên derve yê Îranê Sêşemiyê bi şev di twitterê da ji ber koça dawî ya Mîrê Kuweytê peyameke sersaxiyê da.

Li gorî rapora IRNAyê, Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê di twitterê da tevî dayîna sersaxiyê ji ber koça dwî ya Mîrê Kuweytê nivîsî: "Nûçeya koça dawî ya Şêx Sebah Ehmed Cabir El-Sebah, Mîrê Kuweytê, ku mînakek ji navînrêtiyê jibo Kuweyt û navçeyê resimandibû, dilê me êşand. Em ji Xwedayê mezin dixwazin rehmeta xwe lê bike û dewleta Kuweytê û gelê wê di bin siya dewleta nû, bike xwedanê ewlehî, pêşketin û geşatiyê."

Sebah Ehmed Cabir Sebah, duh Sêşemiyê di 91 saletiyê emrê Xwedê kir.

 

Serepeyv