Îlon 28, 2020 17:31 Asia/Tehran
  • Zerîf: Ayetullah Sîstanî sermiyanek jibo Cîhana Îslamê ye

Wezîrê karên derve yê Îranê di peyamekê da Ayetullah Sîstanî wek sermiyanek jibo Cîhana Îslamê da zanîn.

Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê di peyameke twitterê bi zimanê erebî nivîsî: " Hezretê ayetullah Sîstanî merceyê payeberz, keleha qahêm a Iraqê ûsermiyanek jibo Cîhana Îslamê ye."

Zerîf di vê peyamê da nivîsî: "Îran rola ayetullah Sîstanî di pêkanîna ewlehiyê li Iraqê û aramiya wê û parastina hakimiyet û yekparçetiya vî welatî û filitandina ji destê hêzxurtên dagirker û avakirina Iraqeke nû li ser esasa çaverêtiyên gelê bira yê Iraqê cihê rêzgirtinê dizane."

Seîd Xetîbzade, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê jî di civîna xwe ya nûçeyî ya hefteyî digel nûçegihanan tevî amajeya bi girîngiya merceyiyetê jibo gelê Îran û Iraqê û rêz ku milet û dewletên du welatan jibo vê rukna girîng digirin, got: Ayetullah Sîstanî roleke bêmînak li Iraqê heye û xwedan cîgeheke bilind li nav şîeyan e.

 

Serepeyv