Zerîf bi hevpîşeyên xwe yên Azzerî û Ermenî bi riya telefonê axivî
Wezîrê karên derve yê Îranê di gotûbêjên telefonî yên cuda digel hevpîşeyên xwe yên ermenî û azerî ji du aliyan xwest ku ser hemdê xwe bin, agirbesê berçav bigirin û bilez dijminatiyan bi dawî bînin û gotûbêjan di çarçova maf û qanûnên navneteweyî destpê bikin.
Li gorî rapora Fars Newsê, Li pey qewimîna pevçûna leşkerî navbera Komara Azerbaycanê û Ermenistanê, Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê Yekşemiyê bi şev bi riya telefonê digel hevpêşeyên xwe yên van welatan axivî.
Zerîf di axaftina bi Zehrab Minatsikaniyan, Wezîrê karên derve yê Ermenistanê û Cêyhûn Bayramov Wezîrê karên derve yê Komara Azerbaycanê ra tevî bidestxistina agahiyan ji rewşa herî dawî û meydanî, her wiha diyarkirina nîgeraniya xwe ji rewşa pêkhatî, ji du aliyan xwest ku ser hemdê xwe bin, agirbesê berçav bigirin û bilez dijminatiyan bi dawî bînin û gotûbêjan di çarçova maf û qanûnên navneteweyî destpê bikin.
Muhemed Cewad Zerîf her wiha amadetiya Komara Îslamî ya Îranê jibo bikaranîna hemî derfetên xwe bi mebesta pêkanîna agirbesê, destpêkirina gotûbêjan û pêkanîna aştî û aramiyê ragihande du aliyan.
Pevçûnên navbera hêzên Ermenistanê û Komara Azerbaycanê li navçeya Qerebaxê sibeha roja Yekşemiyê di halekî da hat destpêkirin ku navciyên navneteweyî jibo pêşîlêgirtin ji van pevçûnan tu hewildaneke ciddî di mehên dawî da nekirine.
Pevçûnên sînorî navbera Ermenistan û Komara Azerbaycanê di Tîrmeha bihurî da jî bû sebeba birîndarbûn û candana bi dehan kesî û du welatan tawana destpêkirina van pevçûnan li hev bar kirin.
Komara Azerbaycanê û Ermenistan li ser navçeya Qerebaxê bi hev ra nakok in.
Nîqaş û nakokiya navbera van du welatan li ser navçeya Qerebaxê sala 1988an destpê bû û sala 1991ê dawî veguherî pevçûna leşkerî. Di vê navberê da destwerdana hin welatên din jî bûye sebeb agirê vê nakokiyê gurrtir bibe.