Îsal li Urmiyê zêdetirî 260 hezar ton tirî tê çinîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i319902-Îsal_li_urmiyê_zêdetirî_260_hezar_ton_tirî_tê_çinîn
Berpirsê çandiniya parêzgeha Azerbaycana Rojavayê (Urmiyê) ya bakurê rojavayê Îranê ragihand, ew pêşbînî dikin îsal zêdetirî 260 hezar ton tirî li Urmiyê were çinîn, ew jî li gorî par %13 zêde dibe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 27, 2020 15:37 Asia/Tehran
  • Îsal li Urmiyê zêdetirî 260 hezar ton tirî tê çinîn

Berpirsê çandiniya parêzgeha Azerbaycana Rojavayê (Urmiyê) ya bakurê rojavayê Îranê ragihand, ew pêşbînî dikin îsal zêdetirî 260 hezar ton tirî li Urmiyê were çinîn, ew jî li gorî par %13 zêde dibe.

Berpirsê çandiniya Urmiyê, Resûl Celîlî ji malpera Mehrnews re gotiye, çinîna tiryan li Urmiyê dest pê kiriye û ew texmîn dikin îsal derdora 265 hezar ton tirî were çinîn.

Resûl Celîlî her wiha daye zanîn, li Urmiyê darên tiryan li ser rûbera 21 hezar û 808 hîktar hatine çandin ku beşek ji wan avî û beşek jî dêmî ne.

Bi gotina berpirsê çandiniya Urmiyê, darên tiryan yên bajarên Urmiye, Miyanduav û Neqede ji deverên din zêdetir berhem girtine, ji ber wê jî beşek mezin ji tiryan dê li wan bajaran were çinîn.

Parêzgeha Urmiyê piştî Qezvîn û Farsê sêyemîn parêzgeha Îranê ye di warê tiryan de.

Li Urmiyê derdora 30 çêşît tirî hene. Navên çend çêşîtên tiryan wiha ne: tiryên spî yên kişmişî, tiryên sor yên kişmişî, tiryên teberze, tiryên rîş baba, tiryên husênî, tiryên xelîlî.