Peymana Atomî û alûgorên navçeyê mijara şêwirîna Zerîf û Lavrov li Moskoyê
Wezîrên karên derve yên Îran û Rûsiyê derbarê pêwendiyên dualî, Peymana Atomî û alûgorên navçeyî û navneteweyî axivîn.
Muhemed Cewad Zerîf Wezîrê karên derve yê Îranê roja Pêncşemiyê di hevdîtina digel Sêrgêyî Lavrov Wezîrê karên derve yê Rûsiyê li Moskoyê, got: Hevkariya du welatan di warê têkoşîna dijî binpêkirina qanûnê û yekalîtîşopiya Amerîkayê mînakeke serketî di sekinîna li hemberî armancên yekalîtîşopiyê ye.
Zerîf bi gotin avêya ku jibo misogerkirina pêwendiyên navneteweyîli ser esasa mafên navneteweyî û ne li gorî xwesteka welatekî, pêwîstî bi hevkariya gişt welatan heye, got: Li gorî rola erênî ya Rûsiyê, jibo parastina Peymana Atomî divê kiryarine zêdetir pêk bên.
Wezîrê karên derve yê Îranê tevî sipasiya ji rola pirr ciddî û kêrhatî ya Rûsiyê di Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê û Konseya Ewlehiyê ya NY da, got: Nûnerên Rûsiye û Çînê di rêxistinên navneteweyî da jibo sekinîna li hemberî kiryarên neqanûnî yên Amerîkayê roleke girîng lîstin.
Sêrgêyî Lavrof jî hêvîdarî kir ku tevdîr û kiryarên ciddî jibo parastina Peymana Atomî bên berxwegirtin.