Îlon 24, 2020 08:30 Asia/Tehran
  • Zerîf gihîşte Moskovayê

Wezîrê karên derve yê Îranê jibo şêwirînên siyasî navbera Îran û Rûsiyê di mijarên cûrbcûr da û hilkolandina mijarên peymana Atomî, pêwendiyên dualî, navçeyî û navneteweyî, çarşemiyê bi şev derbasî Moskovaya paytexta Rûsiyê bû.

Li gorî rapora IRNAyê, Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê di vê seferê da dê tev Sêrgêyî Lavrov hevpîşeyê xwe yê ûris, guhertinên navçeyî û dualî gotûbêj bike.

Li gorî gotina Kazim Celalî, Balyozê Îranê li Rûsiyê, hevdem digel têkçûna rejîma Amerîkayê di zorbêjiya xwe jibo vegerandina boykotên NY û lidarxistina meşqa hevpar a leşkerî ya "Qefqaz 2020" bi beşdariya Îran û Rûsiyê li navçeya Xezetê û Deryaya Reş, Zerîf berê xwe daye Moskovayê.

 

 

Serepeyv