Şemxanî: Bi berxwedana çalak a gelê Îranê ketina firokeyên bêfirokevan ên Trump didome
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i319715-Şemxanî_bi_berxwedana_çalak_a_gelê_Îranê_ketina_firokeyên_bêfirokevan_ên_trump_didome
Sêkrêtirê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê tevî amajeya bi dijayetiya civaka cîhanî digel îdiaya Amerîkayê ya vegeriyana boykotên NY dijî Îranê, destnîşan kir: "Bi berxwedana çalak a gelê Îranê ketina firokeyên bêfirokevan ên Trump didome."
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 20, 2020 20:53 Asia/Tehran
  • Şemxanî: Bi berxwedana çalak a gelê Îranê ketina firokeyên bêfirokevan ên Trump didome

Sêkrêtirê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê tevî amajeya bi dijayetiya civaka cîhanî digel îdiaya Amerîkayê ya vegeriyana boykotên NY dijî Îranê, destnîşan kir: "Bi berxwedana çalak a gelê Îranê ketina firokeyên bêfirokevan ên Trump didome."

Elî şemxanî, Sêkrêtirê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê roja Yekşemiyê di twitterê da nivîsî: Xistina xwarê ya firokeya bêfirokevan a Global Hawkê li Kendava Farsê, domînoya xistina firokeyên bêfirokevan ên mecazî yên Amerîkayê ji wan piştgiriya ji aloziyên navxweyî, dewama sînordariyên çekdarî û vegerandina boykotên aborî pêk anî.

Firokeyeke bêfirokevan a sîxoriyê ya Global Hawk a Amerîkayê 20ê Hezîrana 2019an piştî destdirêjya ji qada asimanê Îranê li Kendava farisê, kete ber êrîşa bergiriya Hêza Hewa Feza ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî û kete xwarê.

Pêmpêo roja Şemiyê tevî dijayetiya cîhanî, bi daxuyaniyekê îdia kir hemî boykotên NY ji wan boykotên çekdariyê li dijî Îranê destpê bûne.

Pompêo di halekî da îdiaya destpêbûna boykotan kiriye ku Antoniyo Gotrêş Sêrêtirê NY di nameyekê bo Konseya Ewlehiyê da ragihand ku nikare derbarê hewildana Amerîkayê jibo vegerandina boykotên dijî Îranê karekî bike.

Wezîrên karên derve yên sê welatên ewropî yên endamên Peymana Atomî (Almanya, Brîtanya û Fransa) jî roja Yekşemiyê bi daxuyaniyeke hevpar ragihandin ku îdiaya Waşîngtonê derbarê vegerandina boykotên NY dijî Îranê neqanûnî ye.