Îlon 21, 2020 00:22 Asia/Tehran
  • Zerîf: Bila Trump rêya xwe biguherîne

Wezîrê karên derve yê Îranê destnîşan kir: Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê divê pêştir ji wê yekê ku Pompêo dirûşmeya wî ya propagandayê (Em mezinahiya Amerîkayê vegerînin) zêdetir ji vê yekê bike pêkeniya cîhanê, riya xwe biguherîne.

Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê roja Yekşemiyê li twitterê nivîsî: Cîhan dibêje tu yek ji boykotên Konseya Ewlehiyê venegeriyane, lê birêz "Me derew kir, me sextekarî kir, me talan kir" gefê li tevahiya cîhanê dixwe ku naxwazin di cîhana li gorî dilê wî bijîn."

Mayk Pompêo, Wezîrê karên derve yê Amerîkayê pêştir ragihand: "Ez serokê CIA'yê bûm. Me derew dikir, me sextekarî dikir, me talan dikir..."

Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha di twiteke din da tevî amajeya bi twitta Pompêo ku boykotên NY wek boykotên "Me" daye zanîn û ji hemî welatan xwestiye ku van boykotan cih bînin, nivîsî: Meseleyek ku derbarê tûşbûyiyên bi cunûna virrekiyê - kesên ku nikarin dev ji nexweşiya derewgotinê berdin - heye ev  eku ewna di pratîkê da di tora xapandina xwe da wenda dibin.

Pêmpêo roja Şemiyê tevî dijayetiya cîhanî, bi daxuyaniyekê îdia kir hemî boykotên NY ji wan boykotên çekdariyê li dijî Îranê destpê bûne.

Pompêo di halekî da îdiaya destpêbûna boykotan kiriye ku Antoniyo Gotrêş Sêrêtirê NY di nameyekê bo Konseya Ewlehiyê da ragihand ku nikare derbarê hewildana Amerîkayê jibo vegerandina boykotên dijî Îranê karekî bike.

Wezîrên karên derve yên sê welatên ewropî yên endamên Peymana Atomî (Almanya, Brîtanya û Fransa) jî roja Yekşemiyê bi daxuyaniyeke hevpar ragihandin ku îdiaya Waşîngtonê derbarê vegerandina boykotên NY dijî Îranê neqanûnî ye.
 

Serepeyv