Zerîf bo Trump: Dema hişyarbûnê ye
Wezîrê karên derve yê Îranê tevî redkirina helahela û îdiayên medyayî yên welatên rojavayî derbarê terora balyoza Amerîkayê, nivîsî: Dema hişyarbûnê ye.
Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê Sêşemiyê bi şev di twittekê da tevî amajeya bi îdiaya medyayeke rojavayî derbarê terora balyoza Amerîkayê li Afrîqaya Başûr, nivîsî: Virrekê thertimî bi hilêxistina hişyareke derew, Donald Trump ji rê derxist da ku dijminê hejmara yekem ê DAIŞê teror bike.
Malpera Kvara Politico ji zarê tiştê ku raporên istixbaratî yên Amerîkayê û rayedarên nêzikî dewleta Amerîkayê daye zanîn, îdia kiriye ku Îran hema wisa hewil dide tola sserdar sipehbud Şehîd Qasim Silêmanî, Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî veke.
Vê medyaya amerîkî ji zarê çavkaniyeke nenas îdia kiriye ku Têhranê bi armanca vekirina tola serdar şehîd Qasim Silêmanî, dil hebûye ku Lana J. Marks, balyoza Amerîkayê li Afrîqaya Başûr teror bike.