Rêjîma Alê Xelîfe; Hevparê cinayetên Rêjîma Siyonîst
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i319500-rêjîma_alê_xelîfe_hevparê_cinayetên_rêjîma_siyonîst
Fraksiyona Piştgiriya ji Bereya Berxwedanê û Azadiya Qudsa Şerîf li Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê asayîkirina pêwendiyên navbera Rêjîma Alê Xelîfe û Rêjîma dagîrker a Siyonîst şermezar kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 13, 2020 05:53 Asia/Tehran
  • Rêjîma Alê Xelîfe; Hevparê cinayetên Rêjîma Siyonîst

Fraksiyona Piştgiriya ji Bereya Berxwedanê û Azadiya Qudsa Şerîf li Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê asayîkirina pêwendiyên navbera Rêjîma Alê Xelîfe û Rêjîma dagîrker a Siyonîst şermezar kir.

Fraksiyona Piştgiriya ji Bereya Berxwedanê û Azadiya Qudsa Şerîf li Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê roja Yekşemiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku kiryara desthilatdarên kirêgirtî yên Behreyênê ya ragihandina pêwendiyên dîplomatîk digel Rêjîma Siyonîst û xiyaneta li ramana Filistînê û çend deh salan têkoşînê û tehemulkirina derdên giran ên gelê Filistînê, dê di bîra dîrokî ya gelê bindest û zordîtî yê vî welatî Cîhana Îslamê da bimîne.

Di dewama xiyaneta welatên erebî li doza Filistînê, serokomarê Amerîkayê Donald Trump şeva borî di twittekê de ragihand ku Behreyn û Rejîma Îsraîlê li hev kirine ku pêwendiyên xwe asayî bikin.

Ev lihevkirina wan li cîhanê bi taybet li cîhana Îslamê û di nav raya giştî ya misilman û ereban  de rastî rexne û şermezarkirinên zav hat.

13 Tebaxa borî jî di encama hewldanên Trump ji bo asayîkirina pêwendiyên welatên erebî û Rejîma Siyonîstî, Îmaratê bi xiyanetkirina li armanc û doza Filistînê bi Rejîma dagîrker a siyonîstî li hev kirin ku pêwendiyên xwe bi tûm asayî bikin.

Grûpên Filstînî bi giştî ew şermezar kirin û Hemasê ew wek xelatkirina Îsraîlê ji ber cinayetên wê li dijî filistîniyan da zanîn ku ji bo filistîniyan û cîhana Îslamê û ereb  pir bi metirsî ye.  

Hewldana welatên erebî ji bo xiyaneta li Filistîniyan û asayîkirina pêwendiyan bi Rejîma Siyonîstî di rewşekê de ye ku ev rejîma bi salane filistîniyan dikuje û serkut dike û erdên wan dagir dikin.