Îranê lihevkirina Rejîmên Alê Xelîfe û Rejîma Siyonîstî şermezar kir
Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê damezirîna pêwendiyên dîplomatîk di navbera Behreynê û Rejîma Îsraîlê şermezar kir û ew serşûrî û şermezariyek ji bo hakimên Behreynê da zanîn.
Wezareta karên derve ya Îranê îro di daxuyaniyekê de diyar kir ku dewleta Behreynê şaşitiyeke bingehîn kiriye û dewsa ku rewabûna xwe ji netewê vî welatî bi dest bêxe, pişta xwe daye wê û bi kiryareke serşûrî û bi îxanet xwe avêtiye hemêza Rejîma Dagîrkerê Qudsê û doza Filistîna şerîf kire goriye hilbijartinên navxwe ya Amerîkayê.
Li gor vê daxuyaniyê, Hakimên Behreynê ji vê şûnda xwe kiriye şirîkê cinayetên Rejîma Siyonîstî û ji wê şûnda ewê wek mak û çavkaniya gefa li dijî ewlehiya navçê û cîhana Îslamê were dîtin û bibe mak û koka şidet, xwînrêjî, qirkirinm şer û terora li Filistîn û navçê.
Di dewama daxuyaniyê wezareta derve ya Îranê de hatiye ku bê şik gelê mezlûm ê Filistînê û heqxwaz ê Filistînê û misilman û azadên cîhanê qet lihevkirina bi îxanet a Behreynê bi Rejîma Siyonîstî re napejirînin û ev xiyaneta ti caran li dîrokê nayê jibîrkirin.