Berdevkê wezareta derve ya Îranê îdiaya şandina çek û sîlahan ji bo Yemenê red kir
Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê bertekek tund nîşanî rapora Konseya Mafê Mirovan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) der barê rewşa mafê Mirovan li Yemenê got: Danîna navê Îranê li kêleka welatên ku çek û sîlahên Hevpeymaniya dagirkerê Yemenê dabîn dikin, îdiayeke tam nerast e. şandina çek û sîlahan ji bo Yemenê red kir
Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade şeva borî got: Di rapora Konseya Mafê Mirovan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî de rola Îranê ya sereke û alîkariyên Komara Îslamî ji bo çareseriya krîza Yemenê ji riya siyasî ve qet nehatiye berçavgirtin.
Xetîbzade herwiha got: Ev dew û doz di rewşkê de ne ku Amerîka û Kanada bi eşkera çek û sîlahan difiroşin Hevpeymaniya Dagirkerê Yemenê û bîlanço û amarên wê jî hatine ragihandin û wek belge hene.
Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranêdesnîşan kir ku hin welat ji ber zext û zorên rêxistinên mafê mirovan ji biço demeke kurt firotina çek û sîlahan bo erebistanê rawestandin, lê belê piştî derbasbûna demeke kurt wan welatan dîsa ev ticareta bi sûd û behre dan despêkirin û çavên xwe li ser pêsparteyên xwe yên mirovî û navneteweyî girtin. Ev çek û sîlahên wan li qirkirina xelkê sivîl û bê guneh ê Yemenê bi befiretî hatin bikar anînê.