Dewra yekem a gotûbêjên wezîrên derve yên Îran û Swîsrayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i319343-dewra_yekem_a_gotûbêjên_wezîrên_derve_yên_Îran_û_swîsrayê
Di dewra yekem a gotûbêjên wezîrên derve yên Îran û Swîsrayê deli Tehranê bi rê ve çû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 07, 2020 09:25 Asia/Tehran
  • Dewra yekem a gotûbêjên wezîrên derve yên Îran û Swîsrayê

Di dewra yekem a gotûbêjên wezîrên derve yên Îran û Swîsrayê deli Tehranê bi rê ve çû.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf û wezîrê karên derve yê Swîsrayê Ignazio Cassis di dewra yekem a gotûbêjên xwe de derbarê meselên curbicur ên pêwendîdarê du welatan û navçê û cîhanê axivtin.

Wezîrê karên derve yê Swîsrayê Ignazio Cassis şeva şemiyê gihêşte Îranê û li despêka sefera xwe sefera parêzgeha Îsfehanê kir.

Cassis piştî sefera xwe ya Îsfehanê vegeriya Tehranê û roja yekşemê li despêka bernamên xwe yên fermî bi serokê meclisa Îranê ya Şêwra Îslamî Muhemed Baqir Qalîbaf re hevdîtin pêk anî û pê re gotûbêj kir.

Wezîrê karên derve yê Swîsrayê herwiha duh li Koşka Nigaristanê ya Tehranê nîşangeha sed saliya pêwendiyên dîplomatîk ên Îran û Swîsrayê ve kir û karê wê da despêkirin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade berî viya derbarê mijarên sereke yên muzakireyên wezîrê derve yê Swîsrayê diyar kir, şêwirkarî û gotûbêjên du alî wê derbarê meselên hevbeş  yên dualî, navçeyî û navneteweyî bibe. Cassis herwiha wê derbrê kanala malî ya Swîsrayê jî bi rayedarên îranî re biaxive.