Zerîf: Teslîmbûn li hemberî zorbêjiya Amerîkayê tenê îştihaya Amerîkayê zêde dike
Îlon 03, 2020 10:00 Asia/Tehran
Wezîrê karên derve yê Îranê Çarşemiyê bi şev li twitterê ji kiryara Amerîkayê ya boykotkirina du rayedarên bilkind ên Dîwana Navneteweyî ya Cezayê bi tundî rexne kir.
Li gorî rapora Tasnim Newsê, Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê tevî şermezarkirina vê kiryara Amerîkayê ragihand ku teslîmbûna li hemberî rêjîma Amerîkayê tenê îştihaya vê rêjîma zorbêj jibo boyotkirina kes û saziyan zêde dike.
Zerîf ragihand: Tenha riya rawestandina vê dînitiya bêdawî, rawestandina teslîmbûn li hemberî xwesteka Amerîkayê ye.