Tebax 27, 2020 16:46 Asia/Tehran
  • Rêbrê mezin ê Înqilaba Îslamî qedra helbestvanekî îranî girt

Efşîn Ela helbestvan û nivîskarê îranî piştî wajokirina lihevkirinameya desthilatdarên Imaratê û Rêjîma Siyonîst, helbestek xitabî desthilatdarên ereb got ku ji aliyê Rêbrê mezin ê Înqilaba Îslamî va hat sipasîkirin.

Li gorî rapora roja Pêncşemiyê ya IRNAyê, Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêbrê mezin ê Înqilaba Îslamî di peyamekê da tevî sipasiya ji Efşîn Ela, helbestvan û nivîskarê îranî, ragihand: "Helbesta ku te xitabî desthilatdarên ereb got, gelek di cî û wextê xwe da bû."

Efşîn Ela di vê helbestê da tevî amajeya bi işkestên bi heqaret ên Rêjîma Siyonîst ji tevgera Berxwedanê li navçeyê, sazbûna hin desthilatdarên welatên navçeyê digel siyonîstan şermezar dike.

 

 

 

Serepeyv