Tebax 25, 2020 16:03 Asia/Tehran
  • Heta îro 25ê Tebaxê; Zêde ji 313 hezar ji tûşbûyiyên Koronayê li Îranê baş bûne

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 363 hezar û 363 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 313 hezar û 58 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

"Sîma Sadat Larî", Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê roja Şemiyê tevî amajeya bi naskirina 2213 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 363 hezar û 363 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 125 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 20 hezar û 901 kesî kesî."

Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 23 miliyon kesî.

Ji vê hejmarê 817 hezar kesan canê xwe ji dest dane û derdora 16 miliyon kes jî baş bûne.

 

Serepeyv