Zerîf: Tu têkiliya hatina Rêveberê giştî Aajnsa Atomî (IAEA) bo Têhranê û Mekanîsma Maşeyê tune
Wezîrê karên derve yê Îranê got: Hatina Rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê (IAEA) bo Têhranê tu têkiliyek bi Mekanîsma Maşeyê (Trigger Mechanism) tune.
Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê îro Duşemî li nav nûçegihanan bi gotina vêya ku karê Îranê digel ajansê li ser esasa zelalî û ronbûnê ye, got: Hatina Rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê (IAEA) bo Têhranê di dewama gotûbêjên berê yên Têhran û Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê ye.
Zerîf tevî amajeya bi bikaranîna çekên kîmyayî li dijî Îranê ji aliyê Rêjîma Beisa Iraqê di serdema Berevaniya Pîroz (Şerê 8 salî yê Iraqê dijî Îranê) da got: Wisa ku raborî bi awayekî bûye ku Îran bûye goriyê çekên kîmyayî, lê tu carî çekên kîmyayî bi kar neaniye û amade ye ku bi ajansê ra hevkariyê bike.
Wezîrê karên derve yê Îranê di vî halî da destnîşan kir: Têhran rê nade kesên ku hem li dijî armancên ajansê ne û hem bi hebûna çekên atomî, li dijî aştî û ewlehiyê li Rojhilata Navînê ne, yanî Rêjîma Siyonîst û Rêjîma Amerêîkayê ku çeka atomî bi kar tîne, bixwazin armancên ajansê neçê bi kar bînin.
Rafaêl Grosî (Rafael Grossi) Rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê îro dê bê Têhranê û rojên Sêşemî û Çarşemiyê dê bi rayedarên Komara Îslamî ya Îranê ra biaxive.