Tebax 20, 2020 18:59 Asia/Tehran
  • Textrewançî: Hewildana Amerîkayê jibo çalakkirina Mekanîsma Maşeyê tu encamek ji billî heqareta wî welatî tune

Nûnerê hertimî yê Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) tevî amajeya bi hewildana Amerîkayê jibo çalakirina Mekanîsa Maşeyê destnîşan kir: Ev kiryar dê tu encamekê ji billî heqareta Amerîkayê neyne.

Mecîd Textrewançî, Nûnerê hertimî yê Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) roja Pêncşemiyê li twittera xwe nivîsî: Mayk Pompêo, wezîrê karên derve yê Amerîkayê roja bihurî daxwaza cihanîna tam a Biryarnameya 2231ê ya Konseya Ewlehiyê ya NY kir.

Textrewançî tevî amajeya bi vêya ku Biryarnameya 2231ê ya Konseya Ewlehiyê, Lihevkirina Atomî ya digel Îranê piştrast kir, ragihand: Amerîkayê beşdariya xwe di Peymana Atomî da rawestandin; Ev kiryar binpêkirina her duyan (Lihevkirina Atomî û Biryarnameya 2231ê) e.

Nûnerê hertimî yê Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) tevî bibîrxistina vê yekê ku Civata Navneteweyî hefteya bihurî mafê Amerîkayê yê bikaranîna Mekanîsma Maşeyê redkirî da zanîn, destnîşan kir: Nabe ku Amerîkayê jibo ceribandina şansê xwe hewil bide, ji ber ku tenê dê bibe heqareta li vî welatî.

 

Serepeyv