Motora Turbofena nifşa 4 û du mûşek li Îranê hatin nimandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i318821-motora_turbofena_nifşa_4_û_du_mûşek_li_Îranê_hatin_nimandin
Yekem Motora Turbofena nifşa 4 û du berhemên mûşekî yên Balistîk û Krûz bi amadebûna Serokomar û Wezîrê Berevaniyê yê Îranê bi awayî vîdyo konferansî hatin nimandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 20, 2020 11:39 Asia/Tehran
  • Motora Turbofena nifşa 4 û du mûşek li Îranê hatin nimandin

Yekem Motora Turbofena nifşa 4 û du berhemên mûşekî yên Balistîk û Krûz bi amadebûna Serokomar û Wezîrê Berevaniyê yê Îranê bi awayî vîdyo konferansî hatin nimandin.

Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê û Emîr Sertîp "Emîr Hatemî", Wezîrê Berevanî û Piştevaniya ji hêzên çekdar ên Îranê roja Pêncşemiyê di bereberê Roja Pêşeya Berevaniyê, nîşangeha Iqtidara Firokeyên Bêmirov ên Wezareta Berevaniyê û û Xetê berhemanîna Morota "Oc" a Firokeya Koserê li Isfehanê bi awayê Vîdyo Konferansî dan destpêkirin.

Her wiha îro Motora Turbofena nifşa 4 ku yekem car li Îranê hatiye avakirin, hat nimandin; Ev motor li ser firokeyên bêmirov ên pêşketî yên cîhanê tê bikaranîn.

Motora Turbofena nifşa 4 şiyana Îranê di warê motora hewayî bi awayekî berbiçav zêde dike û motorên heyî herîkêm nifşekê xurt dike.

Her wiha îro du berhemên mûşekî bi navê Mûşeka balistîk a Şehîd Qasim Silêmanî û Mûşeka Krûz a Şehîd Ebû Mehdî jî hatin nimandin.

Sibe Înî, 21ê Tebaxê, di salnameya Komara Îslamî ya Îranê wek Roja Pêşeya Berevaniyê hatiye binavkirin.