Gotûbêja telefonî ya Zerîf û berpirsê siyaseta derve ya Efganistanê
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf û berpirsê siyaswta derve ya Efganistanê Muhemed Henîf Etmer bi telefonê bi hev re ser pêwendiyên du alî û mesele û pirsgirêkên curbicur gotûbêj kirin.
Li gor dayira giştî ya Ragihandinê ya Wezareta Derve ya Komara Îslamî ya Îranê , Zerîf û Etmer îro herwiha derbarê aştiya Efganistanê û pêwîstiya muzakireya di navbera aliyên efxan bêyî mudaxileya biyaniyan û di çarçova parastina azmûn û deskevtên 18 salî yên Efganistanê degotûbêj kirin û Zerîf di vê gotûbêjê de desnîşan kir Îran amade ye ji bo pêşveçûna pêvajoya aştiyê li Efganistanê alîkariyê bike.
Zerî û Etmer herwiha derbarê bi encamgihandina peymana giştalî di navbera du welatan gotûbêjên xwe berdewam bikin.
Komara Îslamî ya Îranê di 20 salên dawiyê de di mijarên ewlehî, siyasî, çandî û aborî pêwendiyên ber bi berfirebûnê bi hikûmeta Efxanistanê re hebûye û hertim piştgiriya wê aştiyê li vî welatî kiriye ku di bin rêberiya hikûmet û gelê Efganistanê bibe.