Tebax 09, 2020 19:24 Asia/Tehran
  • Wezîrê derve yê Îranê li balyuzxana Lubnanê

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf îro yekşemê çû balyuzxana Lubnanê li Tehranê û deftera bîranîna goriyên teqînên Beyrûtê îmza kir.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê piştî îmzakirina deftera bîranîna goriyên bûyera Beyrûtê, hevderdiya xwe bi malbatên goriyên vê bûyerê diyar kir.

Zerîf şeva çarşema borî jî li gotûbêja telefonî bi wezîrê derve yê Lubnanê Çirbil Wehbe re axivt û hevderdiya netew û dewleta Îranê bi netew û dewleta Lubnanê re diyar kir û ragihand ku Îran amade ye di çarçova pêwîstiyên Lubnanê û binavahî de alîkariya vî welatî bike.

Li Beyrûtê di teqîna pêkhat ya berêvara roja sêşemiya borî  de zêdetir ji 150 kesî canê xwe ji dest dane û nêzîkî 5 hezar kesan birîndar bûn û hîn jî zêde ji 60 kesan bê ser û şûn in.