Tebax 06, 2020 15:05 Asia/Tehran
  • Heta îro 6ê Tebaxê; Zêde ji 277 hezar ji tûşbûyiyên Koronayê li Îranê baş bûne

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 320 hezar û 117 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 265 hezar û 463 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

"Sîma Sadat Larî", Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê roja Şemiyê tevî amajeya bi naskirina 2634 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 320 hezar û 117 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 174 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 17 hezar û 976 kesî kesî."

Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 19 miliyon kesî.

Ji vê hejmarê 611 hezar kesan canê xwe ji dest dane û derdora 12 miliyon û 187 hezar kes jî baş bûne.

 

 

 

Serepeyv