Tebax 04, 2020 14:54 Asia/Tehran
  • Heta îro 4ê Tebaxê; Zêde ji 272 hezar ji tûşbûyiyên Koronayê li Îranê baş bûne

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 314 hezar û 786 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 272 hezar û 535 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

"Sîma Sadat Larî", Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê roja Şemiyê tevî amajeya bi naskirina 2751 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 314 hezar û 786 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 212 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 17 hezar û 617 kesî kesî."

Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 18 miliyon û 470 hezar kesî.

Ji vê hejmarê 700  hezar kesan canê xwe ji dest dane û derdora 11 miliyon û 700 hezar kes jî baş bûne.

Serepeyv