Tîrmeh 31, 2020 16:35 Asia/Tehran
  • Heta îro 31ê Tîrmehê; Zêde ji 263 hezar ji tûşbûyiyên Koronayê li Îranê baş bûne

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 304 hezar û 204 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 263 hezar û 519 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

"Sîma Sadat Larî", Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê roja Şemiyê tevî amajeya bi naskirina 2674 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 304 hezar û 204 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 197 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 16 hezar û 766 kesî kesî."

Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 17 miliyon û 499 hezar kesî.

Ji vê hejmarê 677 hezar kesan canê xwe ji dest dane û derdora 10 miliyon û 956 hezar kes jî baş bûne.

 

Serepeyv