Heta îro 25ê Tîrmehê; Zêde ji 251 hezar ji tûşbûyiyên Koronayê li Îranê baş bûne
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 288 hezar û 839 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 251 hezar û 319 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
"Sîma Sadat Larî", Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê roja Şemiyê tevî amajeya bi naskirina 2316 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:
"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 288 hezar û 839 kes li Îranê bi Koronayê ketine."
Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 195 kesan di 24 saetên bihurî da û got:
"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 16 miliyon kesî kesî."
Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 15 miliyon û 675 hezar kesî.
Ji vê hejmarê 643 hezar kesan canê xwe ji dest dane û derdora 9 miliyon û 760 kes jî baş bûne.