Wezîrê karên derve yê Îranê çû Bexdayê
Tîrmeh 19, 2020 10:41 Asia/Tehran
Wezîrê karên derve yê Îranê di serê desteyeke bilind îro Yekşemiyê berê xwe da Bexdayê.
Mihemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê dê li Bexdayê bi rayedarên payeberz ên Iraqê ra hevdîtin û gotûbêj bike.
Îrec Mescidî, Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê roja Şemiyê di twitterê da nivîsî: Sefera Mihemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê, bo Iraqê dê bi armanca xurtkirina pêwendiyên du welêatan pêk bê.