Wezareta Tendirustiya Îranê: Nêzîkî 232 hezar pêketiyên Koronayê baş bûne
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê ragihand ku zêde ji 2 hezar û 370 kesên din bi Koronayê (Covid-19) ketine û nêzîkî 232 hezar pêketiyên Koronayê jî baş bûne.
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro Înê derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 2 hezar û 379 kesên din pozetîv derketiye ku ji wan hezar û 852 nexweşiya Koronayê di nexweşxanan de hatine razandin û yên din piştî tedawiyê, pêwîst nekir ku li nexweşxanan de bimînin.
Dr. Larî got: Li Îranê li ser hev ji despêkê heya vê demê 269 hezar û 440 kes bi Koronayê ketine û di mideha 24 saetên dawiyê de jî 183 nexweşên Koronayê can dane û hejmara kesên ku heya niha ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane gihêştiye 13 hezar û 791 kesan.
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê dibêje ku heya niha 232 hezar û 873 kes jî baş bûne û vegeriyane malên xwe.
Hejmara kesên ku heya niha li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine nêzîkî 14 milyon kesî bûye ku ji wan nêzîkî 593 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane û zêde ji 8 milyon û 294 hezar kes jî baş bûne û vegeriyane ser mal û jiyana xwe.