Zerîf: Karîna Îranê bûye sedema çêbûna fukaran ji Amerîka û Rejîma Siyonîstî re
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf şiyan û zirûfên Îranê sedema çêbûna fukaran ji Amerîka û Rejîma Siyonîstî re û sedeba rawestana wan li ber Îranê da zanîn.
Zerîf îro berêvarê li rûniştina birêvebirên wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê ya bi beşdariya alîkarê yekem ê serokomariya Îranê Îshaq Cehangîrî, bal kişand ser komployên hin welat û komên biyanî ji bo zêdekirina zext û zorê ser gelê Îranê û got: Reneg e kêmtir wext hebûye ku welatek evqas li bin zext û zora hin hêzxurtan biba û ew tamul kiribe.
Alîkarê yekem ê serokomariya Îranê Îshaq Cehangîrî jî li vê rûniştinê de desnîşan kir ku komployên Amerîkayê ji bo îmhakirina abora welêt negihêştiye ti encameke xwe û got: Abora Îranê di warê kelûpelên neneftê pêşveketineke xwe ya ber bi pêş hebûye û geşatiya aborî ya Îranê di van salên dawiyê de tevî boykotên neqanûnî, pir baş û pozetîv bûye.