Tîrmeh 06, 2020 13:20 Asia/Tehran
  • Bersiva rêberê Înqilabê ji bo nama Heniye: Îran ji bo ku belaya Rejîma Siyonîstî nemîne ti kêmasiyekê nake

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê di bersiva nama serokê ofîsa siyasî ya Hemasê derbarê bûyer û guhertinên li Filistînê yên dawiyê de li ser piştgiriya Îranê ji gelê mezlûm ê Filistînê û jinabirina bela û şerûdiyên Rejîma dagirker a Siyonîstî pêgîrî kir.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê Hz. ayetullah Xamineyî li nama xwe ya ji bo serokê ofîsa siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye ku îro hat weşandin, pesna pêngavên berxwedana Filistînê li hemberî komployên Amerîka û Rejîma Siyonîstî ku bûne sedema şanazî û serbilindiya umeta îslamî da û sipasiya berxwedanê ji ber vê yekê kir û diyar kir: Dijminê nemerd û bêqedr ku li qasa rawestana meydanî rastî şikestên bê cebrandin bûye, stratejiya xwe ya zêdexwazi û dagirkeriyê û binpêkirina mafên rewa yên filistîniyan, berî her tiştî bi zextên aborî û dorpêçkirina Xezeya mezlûm şopand û niha vê stratejiya xwe bi fêl û fenda muzakire û projeya aştî û lihevkirinê dişopîne.  

Hz. ayetullah Xamineyî herwiha bi bîr xist: Tevgera berxwedan û rawestana netewê mêrxas û egîd ê Filistînê bi mentiqa aqilmendî û azmûnên bidestxistî, li ber gef û xapandinên dijminan xwe natewîne û her wek berê bi rawestan û berxwedana xwe ya bê mînak riya şeref û serbilindiya xwe domand û ji vê şûnda jî wê di vê riya rast de bimeşe.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê di vê nama xwe de li ser pêwîstiya parastina hişyarî, yekitî û yekrêziya gel û tevgerên filistînî bona bêencamkirina komployên qirêj û reş ên dijminan pêgîrî kir  û diyar kir: Komara Îslamî ya Îranê her wek berê li gor ferz û wezîfedariya xwe ya olî û însanî û li gor prensîp û nirxên Înqilaba Îslamî ji bo piştgiriya ji gelê mezlûm ê Filistînê û standina mafên wan ên rewa, herwiha ji bo jinabirina bela û şerûdiyên Rejîma dagirker a Siyonîstî her karek ku ji destê wê were wê bike û di vê barê de ti kêmasiyekê nake.