Tîrmeh 01, 2020 21:34 Asia/Tehran
  • Zerîf:

Wezîrê karên derve yê Îranê bi ragihandina bidawîhatina civîna vîdyo-konferansî ya Pêvajoya Astaneyê, destnîşan kir: "Aştî li Sûriyê dê serê xwe bigire."

Mihemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê roja Çarşemiyê di twittekê da tevî amajeya bi bidawîhatina civîna serokomarên Îran, Rûsiye û Tirkiyê, got: "Sê aliyan derbarê dewama hevahnegiya navbera sê welatên garantorê Pêvajoya Astaneyê, bi hûrbûna li ser kêmkirina kêşeyê, li ser pêvajoya siyasî û alîkarîgihandina mirovdostane li hev kirin."

Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Viuladîmîr Pûtîn Serokomarê Rûsiyê û Receb Teyib Erdoxan Serokomarê Tirkiyê bi daxuyaniyeke hevpar di dawiya civîna vîdyo-konferansî ya serokên Pêvajoya Astaneyê, tevî pêgiriya li ser viya ku kêşeya Sûriyê ti rêkareke leşkerî tuneû tenê bi riya pêvajoya siyasî ya Sûr-Sûrî bi hêsankariya NY li gorî Biryarnameya 2254ê ya Konseya Ewlehiyê ya NY dê were çareserkirin, vîn û xwesteka xwe jibo sekinîna li hemberî lawazkirina hakimiyet û yekparçetiya axa Sûriyê û gefa li dijî ewlehiya neteweyî ya welatên cînar diyar kirin.