Îran bû qaremana Kapa Cîhanî ya Werzişa Zorxaneyî
Kanûn 24, 2025 18:01 Asia/Tehran
Tîma Îranê bû qaremana dewra pêncan a Pêşbirkên Kapa Cîhanî ya Werzişa Zorxaneyî u Guleşta Pehlevanî.
Pêşbirkên Guleşta Pehlevanî di dewra pêncan a Kapa Cîhanî ya Werzişên Zorxaneyî û Guleşta Pehlevanî da bi beşdarîya Îran, Hind, Iraq, Bilarûs, Oganda, Tanzanîya û Komara Azerbaycanê hatin lidarxistin ku tîma Îranê bi 150 xalan bû qareman u tîmên Iraq u Komara Azerbaycanê jî di rêzên duyem u sêyem da cî girtin.