Bijartiyên Xelata Îmam Xumeynî (Re) hatin nasandin
Dora yekem a Xelata Îmam Xumeynî (Re) berêvara Çarşemiyê di rêûrsimekê da bi amadebûna Mesûd Pizişkîyan Serokê Komara Îslamî ya Îranê û rayedarên siyasî û çandî yên welatên cûrbicûr, bijartiyên navneteweyî ji 14 welatan dan nasandin.
Ayetullah Ozma Ebdulla Cewadî Amolî ji Îranê, wek kesayetê bijare di warê teorîk û Ebdulmelik Husî ji Yemenê wek kesayetê bijare di warê zanistî da hatin naskirin.
Xelata cîhanî ya Îmam Xumeynî (Re) wek Nîşana herî bilind a Komara Îslamî ya Îranê ji bo bilindkirina nav û rêya Îmam Xumeynî, danûstanan dînên tewhîdî û bilindkirina çand û şaristaniya Îslama resen a Mihemedî û ramanên Şoreşa Îslamî ya Îranê hatiye naskirin.
Ev xelat li gorî raman û nêrînên Îmam Xumeynî (Re) bo kesên heqîqî û hiqûqî yên çalak di van waran da tê xelatkirin.