Kanûn 09, 2025 15:50 Asia/Tehran
  • 'Baskên stranbêj' li sê fetîvalên cîhanî hat wergirtin

Belgefîlma 'Baskên stranbêj' di dewama beşdariyên xwe yên navneteweyî tev li sê festîvalên cîhanî li Misr, Îran û Herêma Kurdistana Iraqê dibe.

Belgefîlma 'Baskên stranbêj' bi derhêneriya Hêmin Xalidî piştî bidestxistina xelata baştirîn fîlma belgewar di Festîvala Navneteweyî ya Bûsanê da, li sê festîvalên cîhanî yên rikeberane tê wergirtin.

Ev fîlm di dewama rêgeha xwe ya navneteweyî da di dora hejdehem a Festîvala Fîlmên Ewropî ya 'Panorama European Film'ê li Misrê hat nîşandan.

Hevdem digel amadebûna di Beşa Pêşbirkê ya Fîlmên Bilind ên Neteweyî di dora nozdehem a Festîvala 'Sînemaya Heqîqetê', ev fîlm herwiha di dora 12an a festîvala navneteweyî ya fîlman a Dihokê wek festîvaleke nasyar a Kurdî da jî dikeve rikeberiyê.

 

Serepeyv