Kanûn 06, 2025 14:13 Asia/Tehran
  • Pişkekişandina Kupa Cîhanî ya 2026an; Îran bû hevkoma Beljîka, Misr û Zîlanda Nû

Rêûrisma Pişkekişandina Kupa Cîhanî ya 2026an li Waşîngtona Amerîkayê hat lidarxistin û Tîma Neteweyî ya Fûtbola Îranê di Koma 7 da bû hevkoma Beljîka, Misr û Zîlanda Nû.

Ji Îranê Emîr Qele-nûyî Serrahênerê Tîma Neteweyî, Mehdî Mihemed-nebî serperestê Tîma Neteweyî û Omîd Cemalî Serokê Dîpartmana Navneteweyî ya Federasyona Fûtbolê beşdarî vê rêûrsimê bûn. Herwiha Mehdî Mehdewî Kîya ji lîstikvanên pêşeng ên Tîma Neteweyî li ser vexwendina FIFA'yê tev li vê rêûrismê bû.

Tîma Neteweyî ya Fûtbola Iraqê jî eger bikare hilkişe qonaxa dawiyê ya Kupa Cîhanî, dê bibe hevkoma Fransa, Sênêgal û Norwêjê.

Li gorî pişkekişandinê, du tîmên Mekzîk (mazûvan) û Afrîqaya Başûr ji Koma A, dê pêşbirka vekirinê di roja 11ê Hezîrana 2026an da li Stadyûma Azteka Mekzîko Sîtiyê li dar bixin.

Serepeyv