Navê du kesayetên îranî di pêrista rêzgirtinên UNESCO'yê da hat tomarkirin
Navê du kesayetên îrfan û felsefeyê yanî 'Bazîdê Bestamî' û 'Ellame Tebatebayî' di bernameyên Konferansa Zanistî ya UNESCO'yê li Semerqendê di pêrista rêzgirtinên UNESCO'yê ji bo dewreya 2026-2027 da hatin tomarkirin.
Li gorî pesendnameya UNESCO'yê, hezar û sed û pênciyemîn salvegera koça dawî ya Bazîdê Bestamî wek mamosteyê îrfana îslamî bi piştevaniya Ermenistan, Tacîkistan û Tirkiyê û herwiha sedemîn salvegera jiyana çalak a Ellame Tebatebayî (bi tekeziya li ser berhema wî ya mayînde, Isûlên Felsefeyê û şêwaza realîsmê) bi piştevaniya Komara Azerbaycanê, Iraq û Pakistanê hat pesendkirin.
Ellame Tebatebayî ne tenê ji mezintirîn şirovekarên Qurana pîroz e, herwiha kesayetiyekî cîhanî û navbera çandan di felsefeyê da tê zanîn ku ramana wî li ser bingeha gotûbêj, aqilmendî û pêwendiya çandan e; têgehên ku roja îro jî di felsefe û pêwendiyên çandî yên navneteweyî da xwedan cîgeheke taybet in.
Bi kurtî, em dikarin Bazîdê Bestamî wek arifekî cîhanî û pêşeng bizanin ku ramanên wî di warê evîn, zanist û pêkvejiyanê, heta piştî zêdetir ji hezar salî, hema wisa ji bo cîhana îro îlhambexş e.