Cotmeh 28, 2025 17:07 Asia/Tehran
  • 2 fîlmên Îranî beşdarî festîvala kurtefîlman a Stenbolê dibin 

Dora 13an a Festîvala Kurtefîlman a Bosforê ya Stenbolê ya Tirkiyê dê mazûvaniya du kurtefîlman ji derhênerên îranî bike.

Di vê rûdana sînemayî da ku mazûvaniya 31 kurtefîlm û belgefîlman dike, kurtefîlmên "Ta" bi nivîskarî û derhêneriya Zehra Turkmenlû û Etîtûd bi derhêneriya Şehzad Rezayî li beşa pêşbirkê ya berhemên kurtefîlm ên navneteweyî hatine wergirtin.

Ev festîval dê ji 7 heta 14ê Mijdarê li bajarê Stenbolê were lidarxistin.

Serepeyv