Cotmeh 12, 2025 11:12 Asia/Tehran
  • Hafizê Şîrazî; helbestvanek di asta cîhanê da

Xwace Şemseddîn Mihemmed nasyar bi Hafizê Şîrazî jidayîkbûyîyê sala 727an a Koça Heyvî li Şîrazê ye.

Hafizê Şîrazî kesek e ku herî zêde bandor li ser helbestvanên piştî xwe yên ku bi zimanê farisî helbest gotine, kiriye. 

Di salnameya fermî ya Îranê da roja 20ê meha Mêhrê wek Roja Rêzgirtina li Hafizê Şîrazî hatiye binavkirin.

Hafiz helbestên xwe bi awayekî gotine ku şêwaza helbestvaniyê piştî xwe xistiye bin bandorê. Ew bi awirekî giştgîr li cîhanê mêze dike, bi awayekî ku hemî mijarên maddî û manewî bi gotineke şîrîn û qahêm û bi bikaranîna rêbaz û hêmanên cûrbicûr ên edebî beyan dike.

'Johann Wolfgang Goethe' (1749-1832) helbestvanê almanî û kesayetê herî mezin ê wêjeyê di sedsala nozdehem da, bi vî awayî pesna Hafizê Şîrazî dide: "Ey Hafiz, eva dînitî ye ku ez xwe bînim rêza te. Tu ew keştî yî ku li hember pêlên deryayê bi ser dikeve û ber bi pêş va diçe û ez jî textedarek im ku pêlên avê vir da û wêda dibin. Ziman û peyvên te weke pêlên deryayê berdewam li pey hev tên û min noqm dikin. Bi vî halî, ez hîn jî piçekî diwêrim ku xwe wek mirîdekî te bizanim."

 

Serepeyv