Dewra 37an a Festîvala Navneteweyî ya Fîlmên Zarok û Nûciwanan li Îsfehanê hat vekirin
Sî û heftemîn dewra Festîvala Navneteweyî ya Fîlmên Zarok û Nûciwanan bi beşdariya hezar û 500 dadwerên zarok û nûciwanan li Hola Komcivîna Serokan a Îsfehanê hat vekirin û nîşandana berheman ji îro va dest pê dike.
Sekreterê Dewra 37an a Festîvala Navneteweyî ya Fîlmên Zarok û Nûciwanan di rêûrsima vekirina vê rûdanê da got: Sînemaya Zarokan a Îranê bi palpiştiya bi çanda îranî xwedan potensiyêla cîhanî ye û dikare rewşê ji bo geşatiya xewn û xeyal û mirovahiyê xweş bike.
Hamid Ceferî bal kişande ser cîgeha Îsfehanê û got: Îşev em li bajarekî civiyane ku bixwe wek perdeyeke mezin ji huner û dîrokê ye û ma çi dirûşmek bedewtir ji 'Xeyalên zarokane li ser perde Neqşî-Cîhanê" dikare cîgeha vê festîvalê bide nasandin.
Wî teqezî li ser giringiya sînemaya zarokan kir û got: Sînemaya zarokan dibe ku sade were xuyakirin, lê belê di rastiyê da yek ji celebên herî dijwar ên hunerê ye.
Dewra sî û heftem a Festîvala Navneteweyî ya Fîlmên Zarok û Nûciwanan di sê beşên Neteweyî (fîlmên dirêj, kurtefîlm û enîmasyon), Beşa Navneteweyî û Beşa Taybet ji 4 heta 8ê Cotmeha 2025an li bajarê Îsfehanê tê lidarxxistin.