Îlon 23, 2025 15:20 Asia/Tehran
  • Hilkişiyana berçav a keça Pîng-pongbaz a Îranê di rêzebendiya federasyona cîhanî da

Şîma Sefayî endamê Tîma Neteweyî ya Pîng-ponga Îranê di rêzebendiya herî nû ya Federasyona Cîhanî ya Tenîsa Ser Maseyê (Pîng-pong) da bi awayekî berçav hilkişiya.

Li gorî rêzebendiya hefteya sî û nehem a sala 2025an, Şîma Sefayî piştî wergirtina mîdala dîrokî ya bronz di pêşbirkên Fîdera Tirkiyê bi hilkişiyaneke 98 pileyî, di rêza 185an a cîhanê da cih girt.

Herwiha Mehşîd Eşterî bi hilkişiyana 89 pileyî rêza 263an a cîhanê ji xwe ra terxan kir û Êlîna Rehîmî bi 116 pile hilkişiyanê, di rêza 276an da cih girt.

Li rex van sê hilkişiyanên mezin, Nêda Şehsewarî Kaptana Tîma Neteweyî ya Jinan a Pîng-ponga Îranê jî di rêza 232an a cîhanê da cih girt.

Di rêzebendiya beşa mêran da, Noşad Alemiyan Kaptanê Tîma Neteweyî hema wisa baştirîn werzîşkarê Îranê di vî warî da ye ku di rêza 80î ya cîhanê da cih girtiye; piştî wî Binyamîn Ferecî di rêza 135, Newîd Şems di rêza 160 û Nîma Alemiyan di rêza 164an da cih girtine.

Wang Çokîn ji Çînê, Lîn Şîdonf ji Çînê û Hogo Kaldrano ji Brezîlê di rêzên yekem heta sêyem a rêzebendiya cîhanî da ne.

 

 

Serepeyv