Tîma Îranê bo cara şeşem bû qaremana Pêşbirkên Guleşta Azad a cîhanê
Tîma Neteweyî ya Guleşta Azad a Îranê bi wergirtina 2 mîdalên zêr, 2 zîv û 3 bronzan piştî 12 salan û bo cara şeşem di dîroka guleşta Îranê da bû qaremana cîhanê.
Pêşbirkên Guleşta Azad a Qaremanîya Cîhanê ji 13 heta 16ê Îlona 2025an li bajarê Zagriba Krowasiyê hat lidarxistin û di dawiyê da Rehman Emûzad di giraniya 65 kg û Emîr-hisên Zarê' di 125 kg da mîdala zêr, Ehmed Mihemednijadê Cewan di giraniya 61 kg û Emîr-elî Azerpîra di 97 kg da mîdala zêr, herwiha Mihemed Noxodî di giraniya 79 kg, Kamran Qasimpûr di 86 kg û Emîr-hisên Fîrûzpûr di 92 kg da mîdala bronz bi dest xistin.
Di rêzbvendiya tîmî da tîma Îranê bi 145 puenan bû qareman û piştî Îranê, tîma Amerîkayê bi 134 puenan di rêza duyem da cih girt. Tîma Japonê jî bi 111 puenan bû sêyem.