Pileya yekem bo odeya parêzgeha Azerbaycana Rojava li Nîşangeha Silêmanîyê
May 31, 2025 17:42 Asia/Tehran
Pîşesaza ji parêzgeha Azerbaycana Rojava li Nîşangeha Pîşeyên Destan a Silêmanîyê pilleya yekem bi dest xist.
Odeya Berhemên Çerm a Aynaz Ebdullahî pîşesaza ji Azerbaycana Rojava di nav 4 odeyên beşdar di Nîşangeha Pîşeyên destan a Silêmanîyê da cî girt û Seroka Beşa Pîşeyên Destan a Wezareta Mîrata Çandî, Geştyarî û Pîşeyên Destan bi raberkirina sipasnameyê rêz li wê girt.
Dapêçana bedew û istandard a berheman, kualîteya bilind a berhemên çerm û modelên dahênerane ji wan taybetmendî û hegerên bijartina odeya pîşesaza îranî li Nîşangeha Pîşeyên Destan a Silêmanîyê bûn.
200 pîşesazên îranî li vê nîşangehê beşdar bûn.